Kitap okumaya başlayan ve yazı yazmak isteyem her insan mutlaka bir şekilde Don Kişot'u
okumuştur 400 yıla yakın bir geçmişi olmasına rağmen önünden hiç bir şey kaybetmemiş bir kitap
Kısacası Cervantesin Don Kişotu Kürtçe yazdığını zanedecksiniz
Ger mirov bêje her xwendevanê ko dil hebûya romanekê bixwîne an jî her nîvîskarekê xwestiya roman an jî çîrokekê binivîse, miheqeq bi awayekê dest avêtiye roman navdar “Don Kîşot” û xwendiye. Her ev nêzîkî 400 salan e ko vê romanê tiştek ji navdariya xwa winda nekiriye î her diçe cihê wê xurt û saxlemtir dibe. Servantes bi “Don Kîşot” ne tenê bingeh û formek xurt yê romanê daniyê, lê mirov dikare bêjê teknîka her coreyên roman-metinnivîsiyê jî raçandiye; ji ber vê yekê ye jî ev çarsed sal e, tiştek ji hêjayiya xwe kêm nekiriye, her zêde bûye.
Piştî 400 salan jî be, keyfeke mezin e ko mirov Don Kîşot bi kurdî bixwîne. Serdar Roşan bi hostahî û bi zimanekê herikbar Don Kîşot vergerandiyê kurdî, ger ne ji navên biyanî be mirov dibêji qey, Servantes ev roman bi kurdî nivîsî ye. Cildê yekê ye, 519 rûpel in