Min di jîyana xwe de sê tiþt hez kir, TE, DILÊ XWE Û HÊVÎKIRIN, min TE hez kir, çimki ew TU bû, min DILÊ XWE hez kir, çimki wê jî te hez kiribû, û HÊVÎKIRIN, çimki ez hêvi dikim, TU min rojek hez bikî û bê HÊVÎ nehêle.
ÇAVREÞA MIN
Ez çavê te mêze dikim, Stêrkek dibînim, Ez nizanim, Ew ez im , ez nîn im, Ger ew ez bim, ez naxwazim ew stêrk ti rojek roniya xwe wînda bike çavreþa min –{@
EVÎN
Navê te evîn, TU bi xwe evînek î, roja min te dît, min ne tenê te naz kir, min evîna xwe jî naz kir, ez ne te, ne jî evîna xwe dixwazim wînda bikim, TU û EVÎN bo min dil û can in, dil bê can, can jî bê dil nabe evîna min –{@
KEJÊ
Tayên porên te wekî tava rojîn in, dibirikin, tarîyê ronî dikin, çavên te yên hêþîn wekî gulên hêþîn in ên li ser erdê, TU ronîya çavê min î, ne çavê min bê roniya xwe dikare bibîne, ne jî ez dikarim bê te bijîm –{@
Ez û Tu, erd û ezman, em ji hev dûr ketinin, kî me dûr xist ? ez ezman bim, tu erd , emê xwe dîsa bigihînin hevûdu
HÊSIRÊN ÇAVÊN TE
Megrî megrî, hêsirên çavên te erd û ezman bin avê de hiþt, bêje, delala min, bêje, evîna min, bêje, çavreþa min, çima ew hêsiran ji çavê te dirijin, ez dilê xwe jê bikim û berbend bikim, xwîna dilê min birije, lê bila ew hêsirên çavên te nerijin –{@
ROJDA
Te roj da min, te ronî da min, te dil da min, te evîn da min, ROJDA , xwedê, te bo min daye
GULA MIN
Gula min, gula sor, gula zer, gula kesk, TU gula nîþana kurd û ********* î. Ez ne te, ne jî kurd û ********* berdidim, min we kiriye dil û can –{@
Tu ketîyî xewnên min, tu ketîye dilê min, tu ketîye ruhê min, ez çi bikim ?
Ji te dûr im, te nabînim. Li ser te ez ciger xwîn im. Çi bêjim ko nikarim bêm, di îro tu cem min nîn î, CIGERXWÎNA MIN
KÎ ME EZ ?
Ez im ez, bo te dinalim, bo te dimrim, ez bo te dihelim, TE min tenê hiþtîye, te min bê dil hiþtîye, li te digerim , nabînim, ez bê te najîm, nejîyam û ezê nikaribim bijîm ger tu neyî
Eger rojek lêvên te ziwa bin, ez bo te çem û newalan tînim, eger rojek çavên te tarî bin, ezê bo te tav û roj bînim, eger rojek te evînek geriye, ezê bo te xwe û dilê xwe bînim
Eger rojek te bo min ***, erê, tu bizanibî, ew roj bo min roja rojbûn dayikbûn e.
Min xwast, ez te ji bîr bikim, wexta çavê te hat bîra min, min wê çaxê dizanibû, ez nikarim te ji bîr bikim, çimki, tu ronîya çavê min î, tav û roj, ez û tu
Wexta tu bawer nakî, ez bi devê xwe dibêjim, EZ TE HEZ DIKIM; wê çaxê li çavê min mêze bikî û bixwine; EW TE HEZ DIKE; BAWER BIKE
Eger rojek em li cem xwedê hat cem hev û xwedê ji min pirs kir, tu çima li dû min nehatîye, wê çaxê ezê bêjim, min biborîne; EVÎNA MIN (TU) ser û dilê min biribû, ez li dû wê çûm, TU ( xwedê) min diþewutînî naþewutînî tu dizanî.
Ez jîyana xwe de du kor naz dikim, yek EZ, ji evîna te kor bû me, yekê din nabînim, yek jî TU, tu nabînî, ez te çiqas hez dikim
Eger tu dixwazî bizanibî, ez te çiqas hez dikim, wê çaxê dest bavêje ser dilopên baranan, dilopên te girtiye, ewqas tu min hez dikî, dilopên te negirtiye, ewqas jî ez te hez dikim
Eger tu GULEK di nav çolên afrîka-sahara be, ez dîsa te bernadim û bi hêsirên çavê xwe av dikim, jîyan didim te û xwe
AGIR
Ma agira bûye arî dîsa diþewute ? Ma ava bûye berf dewam diheriqe ? Ev çavên ji te hez kirine û te dîtîye, çawa dikare yekê din hez bike û bibîne ?
Eger qelem/pênûs ji destê min bigrin û nehêlin ez binivsînim, wê çaxê ez canê xwe dibirim û dinivîsim; EZ TE HEZ DIKIM, kesek nikare me biqetînin
Eger þev û roj ewqas dirêj bin, çawa ez te difikrim, ewê ne roj , ne jî þev were, ez her dem te difikrim, min þev û roj biserûbin kiriye
Ewqas ez ji te hez dikim, min ji xwedê hez bikira, xwedê min dikir pêximber, lê TU ? te min çi dikir ?
STÊRK
Tu wekî stêrkên ezmanan, ronî, rind û dibiriqî, lê ez bêjim, ew bi sedan in, lê TU bo min yek î, STÊRKA MIN
Eger tu hêsirek di çavê min ba, ez qet nedigirîyam, ji bo ku, ez te carek jî winda nekim
Min dixwast ez gulek bam, ji bo ku , te min carek bêhn bikira, ez biketama dilê te û qet derneketema heta mirinê
Dîsa þevek dirêj bê xewn, dîsa tenê TE difikirîm, dîsa êvarê girîyam, dîsa sibe bû, min di*** belkî her tiþt bidawîbû, lê ev hat hêþ û mejûyê min; Ez TE dîsa hez dikim, ez bê te nikarim
Hîva li ser ezman tenê bo te dibiriqe û dibêje; MIN ji bîr meke, Ew bo TE agahîyek tîne û zirav zirav gûhê te de dibêje; Xewnên xwe de min bibîne
Ez kûr kûr wêneya te mêze dikim, dixwazim TU li vir be, lê TU ne li vir î, ji min dûr î, birîna min kûr e
Tu evîn hez dikî, ji evîn evîntir evîna min e, ji hezkirina min hezkirintir dîsa hezkirina min e
Tu pirr keçik bibînî û tu bawer dikî ew TE hez dikin, lê tu bizanibî, ji min zêdetîrn kesek TE hez nake
TU STRANEK DEH CARAN GUHDARÎ DIKÎ Û TU TEZE DIBÎNÎ EW STRAN ÇIQAS XWEÞIK E, TU ZÎLAMEK NAZ DIKÎ, TE WÎ BELKÎ HER ROJ DÎTÎYE; LÊ TU TEZE DERDIXÎ; TU WÎ HEZ DIKÎ Û EW JÎ EZ IM ---{@
Ez te pirr hez dikim, dilê min bo TE pirr germ dibe, nizanim çawa ji te re bêjim ? Nizanim tu jî min hez dikî nakî ?
EZ SÊ GULAN BO TE DIÞÎNIM; GULA ZER BO BAÞBÛNA TE; GULA HÊÞÎN BO DÎSA DÎTINA TE, Û GULA DAWÎN JÎ hêdi-zirav BI TIRS DIÞÎNIM Û DIBÊJIM; EZ TE HEZ DIKIM, çavreþa min ---{@
Eger tu hêsirek çav biba, ez ti car nedigirîyam, ji bo ku ez te wînda nekim, lê min nikarîbû hêsirên çavê xwe bigirta ? Ma min te wînda kir ?
EGER TU LI EZMANEN MÊZE DIKÎ Û TE DÎT, STÊRKEK KET , TU BIZANÎBÎ; EW EZ BÛM; MIN JI BÎR MEKE
Ez te hez dikim, ez nikarim dilê xwe bisekinînim, ew bo TE lê dixe, EW dibêje, ma emê kînga bizewîjin ?
ROJA TU JI DAYIK BÛ ; ROJEK BI BARAN BÛ; LÊ RASTÎYA XWE BARAN NEDIBARÎ; EZMAN DIGIRÎYA; ÇIMKÎ; EW EZMAN STÊRKA XWE YA XWEÞIKTIRÎN Û RINDTIRÎN WINDA KIRIBÛ; EW JÎ TU BÛ
WEXTA TU LI BA MIN BÛ; EW DEMEK GIRANBIHA BÛ; WEXTA TU ÇÛ; MIN WÊ ÇAXÊ DÎT; TU NE GIRANBIHA; TU NEKIRÎNBAR Î
Min bo çi ev SMS nivîsand ? YEKÎ *** TE MIN JI bîr kirîye, MA EV RAST E ?
HÎV DERÛDORA ERDÊ DIGERE, ERD DERÛRODA TAV Û ez jî derûroa te digerim
Min gulek bêhn kiribû, derzîyê gul min birî, xwîn rijîya, min nivîsand, EZ TE HEZ DIKIM
BÊHNVEDANEK , ez te hez dikim, TU JÎ BÊHNA XWE VENADÎ ?
Ez çavê xwe digirim û TE difikirim, TE dibînim, ez destê xwe didim ser lêva xwe û TE digerim
ROJA MIN DEV JI TE BERDA; EW ROJ MIRINA MIN E, JI TE DESTJÊBERDAN Û MIRINA MIN YEK IN
HEZKIRINA TE BO MIN SIVIK BÛ; LÊ BÎRKIRINA TE PIRR GIRAN E
…SMS-ek bo TE, ez Te maç dikim, ger tu bixwazî, ez Te her dem maç bikim, vê SMS-ê dîsa bixwîne; EZ TE MAÇ DIKIM
EGER ÞEV BE; TARÎ BE; TE STÊRKEK BI DERD Û KUL DÎT, TU BIZANIBÎ EW EZ IM
MIN QET ji bîr meke, qet ji bîr meke, eger te min carek ji bîr kir, wekî carek din min meke serê xwe û heta mirinê ji bîr bike
TU PIR DÛR NÎN Î ; TU PIR NÊZÎK JÎ NÎN Î ; NIZANIM , TU LI KU YÎ ?
Tê bîra te, TE ***ibû, TU min hez dikî ? Îcar bersîv didim TE, NA ez te hez nakim , biborîne :J[IMG]http://www.******.com/images/smilies/smile.gif[/IMG]
XWEZILA EZ BA BIBAM, MIN EW PORÊN TE BIWEZANDA; EZ TAV BAM; MIN CANÊ TE HINIK BIKIRA Û EZ HÎV BAM; MIN HER ÞEV LI TE MÊZE BIKIRA
Bê xewn nikarim rakevim, bê hêsir nikarim bigîrim, bê ronî nikarim bibînim û bê TE nikarim bijîm –{@
MIN QET MELEKEK NEDÎTIBÛ; MIN TE DÎT, EZ DIZANIM MELEK ÇAWA NE; EW MELEK AZRAÎL JÎ BE; DÎSA EZ JÊ NATIRSIM, HEZ DIKIM
Pirr sivik e, ez bêjim, ez TE hez dikim, lê pirr giran e, ez bêjim EZ te berdidim
Wexta ez serê sibe zû hîþyar bûm, tav lê çavê min xist, min dizanibû, tu jî hîþyar bûyî, çimkî, To tava ronaîya çavê min î
QET BI StÊRKAN BAWER MEKE, ÇIMKÎ; EW DIBIRIKIN Û DIÇILMISIN; QET BI GULAN BAWER MEKE; EW BÊHN DIDIN Û DîSA HIÞK DIBIN; LÊ BI MIN BAWER BIKE; DILÊ MIN TENÊ YA TE YE Û EZ TE HEZ DIKIM HETA MIRINÊ
BARAN
Nizanim baran çima dibare, erd þil bûye, çem û newal bin avê da mane, ma eyyy BARAN tu dixwazî çavên min jî þil bikî ? Ma ew jixwe ÞIL IN ber hêsirên çavên min bo EVÎNA min –{@
Eger rojek tu dixwazî hez bikî, ewil xwe hez bike, dûra min, çimkî, min te wekî xwe hez kiribû
Du gulên me hebin, yek sor, yek spî. Gula sor a te be, a spî a min be, eger te min ji bîr kir, bila ew gula sor biçilmise, lê eger min te ji bîr kir, bila ew gula spî bibe kefena min bo mirinê
BAWERÎYA TE BI ***INÊN; ez te hez dikim NEBE; BAWERÎYA TE BI HÊSIRÊN ÇAVÊ MIN HEBE; ew bo te di dirijin
Ji min re ***in, JÎYAN lîstikek e û role herî giran da min, ***in JÊ HEZ BIKE; min hez kir, dûra ***in, ji bîr bike, min wê çaxê dît, ez lîstikvanek xerab im, çimkî, min nikaribû ji bîr bikira
Çima çavên te dizî dizî mêze dikî ? Ma ew çavan tiþtek vediþerin ?
Berê ez ji TARÎBÛN ditirsîyam, ji BARANAN direvîyam, îro jî TARÎBÛN bûye bextê min û BARAN jî hêsirên çavê min
Wexta êvar bû, tu raket, derî û pacan bigire, çimkî, ez dibehecim, wexta stêrk û hêvî li te binêrin
EVîNA MIN DOÞEGA TE BE, HEZKIRINA MIN LEYÎFA TE BE, DILÊ MIN BELÎFA TE BE, XWEÞIK Û RINDIK RAKEVE ÇAVREÞA MIN
EGER TU EWQAS KOR BÛYÎ; TU MIN NABÎNÎ; TU BIZANIBÎ; EZ JI TE KORTIR BÛME; EZ NIKARIM EVÎNA XWE JI TE RE BÊJIM
Min sond xwaribû, ez te ji bîr bikim, wexta hêsirên çavên min barî, min dizanibû, min derew kirîye, ez nikarim TE ji bîr bikim
ROJÊn ÞIRÎN Û BAÞ BO TE BIN; TU HÊJAYÎ VAN ROJAN Î; EGER ROJEK HAT; TE MIN JI BÎR KIR; XEM NAKE; CANÊ TE SAX BE
Rojek evîna min PIRS kir, evîn çi ye, min ***, rojek bide min, ez bifikirim, roja din min wê bi yekê din re dît, ez hêdî-hêdî çûm cem wê û min ***, TÊ BÎRA TE, TE PIRS KIRIBÛ evîn çî ye ? EZ BERSÎVA XWE ANHA BIDIM; EVÎN DERDEK KÛR E; TU JI MIN DÛR E
MELEK BO HER EVÎNEK LÊDAWîHATÎ DIGRî, TU BIZANIBî; îro melekek girîya
ÎÞEV DIZÎ BIKEVE XEWNA MIN, MIN MAÇ BIKE, MIN HEMÊZ BIKE Û DÛRA LÊXE BIÇE, EZ TE BIGIRIM; EZ TE BERNADIM
DIBÊJIN; SIBÊ BAþTIR DIBE, MA ÎRO NE SIBA DO yÊ ? (Bê HÊVÎ ME)
Tu dibêjî, EZ ji TAV hez dikim, lê tu direvî bin daran, Tu dibêjî, ez ji BARAN hez dikim, lê tu ÞEMSÎYA XWE VEDIKÎ; ez ditirsim, tu bêjî, ez TE hez dikim, tu ji min jî BIREVÎ --------{@ HÊVÎYA TE ME
EZ ÞARAB DIDIM TE; SERXOÞ NEBE, EZ GULEK DIDIM TE; NEçILMISÎne, EZ DILÊ XWE DIDIM TE, NEÊÞÎNE
TE HER ROJ DI***; KESEK MIN HEZ NAKE; MIN DIXWAST EZ HÊDÎ BIKEVIM CEM TE Û BÊJIM; EZ te hez dikim
JI MIN RE ***IN, DINYA GLOVER E, MA TU ÇU; TU ÇIMA VENEGERîYA BA MIN ?
XWEDÊ HÊZBÛN DAYE XORTAN, RINDBÛN DAYE KEÇAN, MA KÎ DÎTÎYE, HÊZBÛN DIJÎ RINBÛN WÎNDA KIRîYE ?
LÊV DIKARIN DEREW Û VIRAN BIKIN, LÊ ÇAV RASTÎYAN TI CAR NIKARIN VEÞIRIN
MIN XEZERAN KEÇIK DÎTIN , EW WEKÎ STÊRKAN BÛN; LÊ MIN DEV JI TAV BERNEDA; ÇIMKÎ; TENÊ AGIRA TAV DIKARE, ÞEWATÊN DILÊ MIN DADÎNE, EW TAV TU YÎ –{@ ( ma tu nabinî ?)
LI BER DERÎ EVÎN MEKE; ÇAVÊ EVÎN KOR E; MERIV NIZANE, ÇI DIBE NABE; LÊ ÇAVÊ CÎNARAN KOR NÎN IN, XWE JI WAN VEÞIRIN