Geri git   Van.GEN.TR Forum | Yerel Van Forumu > Serbest alan > Teknoloji & BiLim

Teknoloji & BiLim Teknoloji ve BiLim Dünyasından Son Haberler , Dünyada neler oluyor...

Cevapla
 
Konu Araçları Stil
Alt 08/05/12, 18:29   #1
xezalik
Acemi Er
 
xezalik - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: May 2012
Mesajlar: 3
Tecrübe Puanı: 0 xezalik will become famous soon enough
11 TEKNOLOJIYA NÛ: ANDROID:Occo Mahabad

TEKNOLOJIYA NÛ: ANDROID








Nivîskar:Occo Mahabad



TEKNOLOJIYA NÛ: ANDROID

Android ji bo telefonên destan pergala xebatê ye. Android bi temamî bi kodên vekirî û li ser bingeha pergala LINUX’ê hatiye sazkirin û pêşxistin.Ji ber ku LINUX pergaleke bêpere ye û mafê telîfê naxwaze, ev bêperebûn û belaşî bala şirketan kişandiye. Androida ewil bi zimanê JAVA’yê tê nivîsandin û kontrolkirin.

Ev pergala xebatê ji aliyê şirketa Google û Handset Allience ve ji bo PDA û telefonên destan (cêb) hatiye çêkirin û amadekirin.Google di sala 2005’an de şirketa Android Inc.’ê dikire û şirketeke nû ya bi navê PALTO ALTO’yê saz dike.GOOGLE ji bo pêşxistina pergala ANDROID’ê bi bernamenûsên wekî Andy Rubin (Damezrînerê şirketa DANGER e) ,Rich Miner (Damezrinerê şirketa WILDFIRE e), Nick Sears û Chris White (BERNAMENÛS) re peymaneke berfireh îmze dike û bi wan re ji bo çêkirin û pêşxistina pergala Android’ê bi salan e xebatan çêdike.

Şirketên wekî Samsung,HTC,Motorola,LG,Sony Ericsson û Huaweyî di telefonên xwe de pergala ANDROID’ê bi kar tînin.Ev teknolojî û sepana nû roj bi roj mezintir dibe.Di roja me de nêzîkî 300 cîhazan de ew sepan tê bikaranîn.

Android di nava xwe de ji 250 hezarî zêdetir sepanên kêrhatî û cuda dihewîne.Ji bo daxistina sepanên Androidî divê hûn marketa Androidê bi kar bînin.

TAYBETIYÊN ANDROIDÊ

Hûn dikarin bi Androîd’ê kiryar û peywirên pirî (multitasking), tikandinên pirî (multitouch) pêk bînin.Taybetiya herî baş ew e ku ev PERGAL desteka FLASH’ê jî dihewîne.

Taybetiyên din jî ew in:

Xêzkirina Handsetê :.Hûn dikarin bi saya vê taybetiyê grafîkên 2D,kiryarên VGA Û OpenGL ES’yê bi kar bînin.

Depokirin:Ev taybetî bi bikaranîna kiryara SQLite’ê agahiyan berhev dike û bi kar tîne.



Peyamşandin:Em bi saya vê taybetiyê hem SMS û hem jî MMS dişînin.

Gerokên WEB’ê:Gerokên Android’ê li ser bingeha WebKit application framework’ê û bi kodên vekirî hatine sazkirin.Telefonan bi saya vê taybetiyê bi gerokekê girêdayî înternetê dibin.



Desteka Medyayê:Androidan formatên deng û vîdeoyan destek dikin.Formatên sereke yên destekkirî ew in:MPEG-4, MP4, H.264, MP3, AAC, AMR, JPEG, PNG, GIF…

Hûn vîdeo,muzîk û wêneyên xwe bi saya vê taybetiyê bi kar tînin.

ÇEND GUHERTO (VERSIYONÊN) ANDROID’AN…



Guhertoyên ku heta niha derketine piyaseyê bi dîroka weşanê û platformên xebatê ve li jêr hatine rêzkirin…



GUHERTO

Guherto Nav Dîroka Weşanê Platforma Xebatê

1.1 First 9 Sibat 2009 Telefonên Destan

1.5 Cupcake 30 Avrêl 2009 Telefonên Destan

1.6 Donut 15 Îlon 2009 Telefonên Destan

2.0/2.1 Eclair 26 Cotmeh 2009 Telefonên Destan

2.2 Froyo 20 Gulan 2010 Telefonên Destan

2.3 GingerBread 6 Berfanbar 2010 Telefonên Destan

3.0/3.1/3.2 Honeycomb Sibat 2011 Telefonên Destan

4.0 İcre Cream Sandwich Avrêl 2011 Telefonên Destan û Kompîturên Tablet

Em dibînin ku ev teknolojiya nû pir zû pêş dikeve û mezin dibe.Divê em Kurd jî ji niha ve pergala Android’ê nas bikin û pê mijûl bibin.Ya baştir ew e ku pergal û sepanên Android’ê bi kodên vekirî û li ser bingeha LINUX’ê ye.Yanî herkes dikare sepaneke Androîdî çêke an jî pergala Android’ê li gorî ziman û armanca xwe biguherîne,çêke û pêş bixe.Kurdno pergala Android’ê li benda we ye….

Nivîskar: Occo Mahabad

E-Peyam: occomahabad@hotmail.com

Malper: [Bu Adresi (link) Görme Yetkiniz Yok BEDAVA'ya Üye Ol Sitemizden Faydalan....]

[Bu Adresi (link) Görme Yetkiniz Yok BEDAVA'ya Üye Ol Sitemizden Faydalan....]

[Bu Adresi (link) Görme Yetkiniz Yok BEDAVA'ya Üye Ol Sitemizden Faydalan....]

HÛN DIKARIN NIVÎSÊ BI FORMATA PDF LI JÊR DAXIN

Li ser nivîsa DAXE bitikînin û nivîsê daxin..

[Bu Adresi (link) Görme Yetkiniz Yok BEDAVA'ya Üye Ol Sitemizden Faydalan....]
xezalik isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Konu Sayısı: 3
Takımınız:
Cevapla


Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Konu Araçları
Stil

Yetkileriniz
Yeni Mesaj yazma yetkiniz Aktif değil dir.
Mesajlara Cevap verme yetkiniz aktif değil dir.
Eklenti ekleme yetkiniz Aktif değil dir.
Kendi Mesajınızı değiştirme yetkiniz Aktif değildir dir.

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-KodlarıKapalı
Gitmek istediğiniz klasörü seçiniz


Bütün Zaman Ayarları WEZ +3 olarak düzenlenmiştir. Şu Anki Saat: 20:19 .


Powered by vBulletin
Copyright © 2000-2007 Jelsoft Enterprises Limited.
Sitemap
6, 5, 3, 7, 8, 9, 10, 11, 12, 13, 14, 15, 113, 16, 17, 18, 19, 81, 20, 27, 22, 23, 24, 25, 26, 48, 28, 29, 30, 31, 32, 33, 34, 35, 36, 37, 38, 39, 43, 136, 40, 58, 45, 42, 44, 46, 47, 53, 54, 55, 56, 57, 59, 60, 70, 61, 62, 63, 64, 65, 66, 68, 69, 71, 72, 74, 75, 76, 77, 78, 79, 80, 82, 83, 96, 84, 85, 86, 87, 88, 89, 90, 91, 92, 93, 94, 95, 98, 97, 100, 101, 102, 103, 106, 104, 105, 112, 109, 108, 107, 110, 111, 114, 115, 118, 116, 117, 119, 148, 154, 124, 165, 122, 120, 123, 121, 150, 153, 125, 128, 129, 131, 132, 133, 134, 135, 137, 138, 139, 140, 141, 142, 143, 144, 145, 146, 147, 151, 149, 202, 175, 164, 152, 167, 155, 156, 157, 158, 159, 160, 161, 162, 163, 195, 169, 166, 168, 170, 171, 172, 199, 174, 173, 196, 200, 176, 177, 180, 178, 179, 182, 189, 187, 184, 186, 191, 192, 193, 194, 197, 198, 201, 203, 229, 204, 205, 206, 207, 208, 209, 210, 211, 212, 213, 214, 215, 216, 217, 218, 219, 220, 221, 222, 223, 224, 236, 231, 232, 233, 234, 235, 237, 240, 239, 241, 243, 242, 244,